Li navenda Efganistanê şer: Bi dehan kes mirin
Li Eyaleta Gaznî ya navenda Efganistanê tê îddîakirin ku di çend rojên dawîn de şerên etnîk tê kirin.
Li Eyaleta Gaznî ya navenda Efganistanê tê îddîakirin ku di çend rojên dawîn de şerên etnîk tê kirin.
Li gorî rayedaran di şer de 15 sivîl û 10 şervanên milîsên Şîî yên li dijî Talîbanan mirine.
Piştî çalakiya li navçeya Cagurî ya ku koma Şîî yên bi navê Hazara lê hene, ji Çarşema borî û heta niha şer hene.
Hikumeta Efganistanê ji bo xurtkirina milîsên herêmî, yekîne şand ji herêmê re.
Berdevkê polîsan Ahmet Han Sirat diyar kir ku 6 peywirdarên ewlehiyê, 15 sivîl û 10 milîs mirine.
Talîbanê li eyaleta Baglanê ya li bakurê welat êrîş pêk anî. Li gorî walîtiya eyaletê di navbera hêzên ewlehiyê û sivîlan de 14 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Talîbanê Zabûhûllah Mucahîd jî got ku 37 endamên hêzêne ewlekariya Efganistanê mirine û di baregeheke leşkerî de 5 bendên kontrolê hatine desteserkirin.
Li aliyekî şer didome û li aliyê din jî nûnerê taybet ê DYE’yê Zakmay Halîlzad ji bo ku Talîbanê tevlî nav muzakereyên çareseriya siyasî bike, planên hevdîtinên nû dike.