Li nava artêşa Elman lêpirsîna Nazî

Çapemeniya Elman ragihand, têkildarî îdîayên ku dibêjin, di nava yekîneyeke taybet a li nava artêşa Elman endamên Nazî hene, lêpirsîn hatiye vekirin.

Di encama lêkolînên bernameya Panorama ya qenala destpêkê ya Elman ARD, Radîo Bremen û fûnk de, hatibû îdîakirin ku di nava Yekîneyên Taybet ên Artêşa Elman (KSK) de skandala Nazî rû daye.

Li gorî nûçeya navborî, di dema pîrozbahiyek li yekîneyeke KSK'ê de, silava Hîtler hatiye dayin û muzîka rock a rastgiriya tund hatiye lêdan. Hatibû ragihandin ku di heman pîrozbahiyê de leşkeran bi serê beraz ê hatiye jêkirin 'gogê' lîstine.

Hat ragihandin, ji ber van îdîayan li nava artêşa Elman lêpirsîn hatiye destpêkirin. Berdevkekî li ser navê artêşa Elman daxuyanî da, anî ziman ku îdîayên dibêjin di dema pîrozbahiya li yekîneyeke taybet de li muzîka rastgir a tund hatiye xistin hê nehatiye piştrastkirin, lê kujerê heywan zelal bûye.

Berdevk diyar kir, sûcdariyên rastgiriya tund a li pîrozbahiya li nava yekîneya KSK hê tê lêkolînkirin.