Li Nablûsê di êrîşa Îsraîlê de 2 şervanên Fîlîstînî mirin
Li bajarê Nablûsê yê li bakurê Şerîa Rojava ku di bin dagirkeriyê de ye, hate ragihandin ku di êrîşeke artêşa Îsraîlê de du endamên komeke çekdar a Fîlîstînî mirine.
Li bajarê Nablûsê yê li bakurê Şerîa Rojava ku di bin dagirkeriyê de ye, hate ragihandin ku di êrîşeke artêşa Îsraîlê de du endamên komeke çekdar a Fîlîstînî mirine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê de hate gotin, "Li Nablûsê di encama êrîşa dagirkeriyê de 2 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn."
Baskê çekdarî yê Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest dane şervanên wan in û Çarşemê li başûrê Nablûsê tevlî êrîşeke li dijî Îsraîlê bûbûn.
Leşkerên Îsraîlê roja Çarşemê ketibûn nava bajarê Nablûsê yê berê ku weke keleha komên çekdar ên Fîlîstînî tê binavkirin û dor li malekê girtibûn. Di encama vê dorpêçê de ku li dijî du şervanên Fîlîstînî hate kirin, şer qewimî.
Guman heye ku herdu şervanên Fîlîstînî di roja Çarşemê de li dijî wesayiteke polîsan êrîşeke çekdarî kiribûn. Artêşa Îsraîlê got, "Du terorîst di encama şerê bi hêzên me re hatin kuştin."