Li Myanmarê şer dewam dike, NY'ê hişyariya 'şerê sivîl' da

Li Myanmarê piştî êrişa hewayî ya artêşê 12 hezar kesî cih û warê xwe terikandin. Neteweyên Yekbûyî hhişyariya "şerê sivîl" da.

Li Myanmarê piştî êrişa hewayî ya li dijî muxalîfan, tê gotin ku bi hezaran kesî cih û warê xwe terikandine. Komên muxalîf ên ji komên cuda yên etnîkî, li dijî zextên komkujiyê yên rejîmê banga yekîtiyê dikin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Neteweyî ya Karen (KNU) de hate ragihandin ku ji ber krîza mirovî ya li herêmê 12 hezar kes neçar mane gundên xwe biterikînin.

Piştî darbeya leşkerî ya artêşê ya 1'ê Sibatê, KNU'yê li Eyaleta Karenê baregeheke leşkerî bi dest xistibû. Piştî vê bûyerê ku deh leşker hatibûn kuştin, artêşa Myanmarê êrişa hewayî li herêmê kiribû.

KNU'yê têkildarî êrişa artêşa Mynamarê daxuyaniyek da û diyar kir ku zarok û xwendekar jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên KNU'yê bang li 130 civatên li welêt kir ku bi xurtî bersivê bidin.

Ji sala 1948'an dema rizgarbûna Myanmarê û vir ve gelek komên çekdar ên etnîkî ji bo avabûna herêmên xweser li dijî hikumetê têkoşîna çekdarî dimeşînin. Her wiha dixwazin xwedî li dewlemendiyên xwezayî yên li herêmê derkevin.

Sala 2015'an artêşa Mynamarê bi 10 komên mezin ên çekdar ku KNU jî tê de ye, peymana agirbestê îmze kiribû.

Berdevkê cûnta leşkerî Zaw Mîn Tûn jî diyar kir ku ew li bendê ne KNU li gorî agirbesta îmze kiriye tevbigere. Tûn ragihand ku êrişa hewayî ya li herêmê rojekê dewam kiriye.

10 rêxistinên ku 10 xelkên etnîkî temsîl dikin û mohra xwe danîne binê agirbesta bi artêşa Mynamarê re, dawiya vê hefteyê civînekê li dar dixin.

10 rêxistinan di daxuyaniya doh de ragihandibû ku bi dehan zarok, ciwan û jin jî di nav de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û diyar kirin ku wê rewşê ji nû ve binirxînin.

Gelek komên çekdar jî ragihandin ku ew piştgiriya van deh rêxistinan dikin û wê li dijî cûntayê rahêjin çekê.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mynamarê Chrîstîne Schraner Bûrgener jî diyar kir ku ji bo hefteya bê metirsiya şerê sivîl li Mynamarê zêde bûye.

Artêşa cûnta jî komkujiyan dewam dike. Heta niha herî kêm 550 kes hatin kuştin û 2700 kes jî hatin destgîrkirin.