Li Myanmarê ji darbeyê û vir ve zêdeyî 500 sivîl hatin kuştin

Li Myanmarê ji destpêka darbeya leşkerî û vir ve di çalakiyên şermezarkirinê de zêdeyî 500 sivîl hatin kuştin.

Li gorî Komeleya Alîkariya bi Girtiyên Siyasî re, ji 1'ê Sibatê dema darbeya leşkerî û vir ve, piraniya wan xwendekar û zarok zêdeyî 500 sivîl hatine kuştin.

Komeleyê ragihand ku wan mirina 510 kesî piştrast kirine û iyar kir ku bîlançoya rastî dibe ku girantir be. Li gorî daxuyaniyê, di nava du mehên dawî de bi sedan kes jî winda bûne.

Di çalakiyên şermezarkirinê de yên hefteya dawî herî kêm 120 kes hatin kuştin.

Hikumeta sivîl a bi pêşengiya Aûng San Sûû Kyî 1'ê Sibatê ji aliyê artêşê ve hatibû hilweşandin. Ji wê rojê ve ji bo vegera li demokrasiyê û berdana girtiyên berê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin.