Li Mûsilê ji ber êrîşa xwekujî 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn

Li Mûsilê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşa xwekujî pêk hat û di êrîşê de yek jê polîs 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Mûsilê şevê din li pêşiya aşxaneyekê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşa xwekujî pêk hat.

Di êrîşê de yek jê polîs 2 kes mirin û  10 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku yek ji kesên di êrîşê de mirî jin e.

Tora Ewlehiyê ya Iraqê têkildarî êrîşê daxuyanî da û ragihand ku êrîş bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye û di êrîşê de 2 kes mirine.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Mûsilê û di derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin.