Li Mozambîkê dagirkeriya DAÎŞ'ê: Metirsiya krîza mirovî mezin dibe

Li bajarê Palma yê Mozambîkê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin, Neteweyên Yekbûyî bi fikar e ku bi deh hezaran kes penaber bibin.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yek ji bajarên herî girîng ên Mozambîkê Palma dagir kir, tirs û fikar zêde bûn. Li vî bajarê ku li peravên Okyanûsa Hîntê ye, çeteyên DAÎŞ'ê roja Çarşemê dest bi êrişê kirin. Bi êrişê re bi hezaran kesî xwe li daristanên derdorê girtin.

Li gorî daxuyaniya Buroya Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (OCHA) tevî ku bajar roja Yekşemê hate dagirkirin heta roja Sêşemê jî şer dewam kiriye. Hate ragihandin, ji 110 hezar kesên li bajarê hatiye dagirkirin 40 hezar jê şêniyên Cabo Delgado ne, ku sala 2017'an ji ber êrişa Îslamîstên tundrew ji bajêr reviya bûn û xwe li Palmayê girtibûn.

Ji rêveberên Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (WFP) Lola Castro diyar kir ku bûyerên li herêmê diqewimin felaketeke mirovî ye. Hate ragihandin ku bi bajêr re pêwendiya telekomunîkasyonê bi temamî hatiye birîn.

Saziyeke din a ku balê dikişîne ser rewşa mirovî Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ye. Di daxuyaniya MSF'ê de diyar kir ku kesên ku berê xwe li bajêr girtibûn di nav de bi hezaran kes bi keştiyan ji herêmê reviyane deverên cuda.

Bajarê Palma li Mozambîkê yekane herême ku çavkaniyên gaza xwezayî lê heye. Ev bajarê ku ji aliyê çeteyên Îslamîst ên tundrew ên ser bi DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin, di têkoşîna dijî xizaniyê de weke yekane hêviya salên dawî dihate dîtin. Li peravên Palmayê di serî de Total gelek şîrketên mezin heta 60 milyar dolarî razemenî kirine.

Her wiha ji ber ku artêşa Mozambîkê li hemberî êrişên Îslamîstên tundrew têrker nabin, gelek şîrketên ji leşkerên taybet ên ji bo pereyan şer dikin, li welêt kar dikin. Li gel parastina razemeniyên gaza xwezayî, ev şîrketên taybet her wiha perwerdeyê didin artêşê û hêzên ewlekariyê.