Li Moskowayê Otonomiyên Kurd li hev civiyan

Li paytexta Rûsya Moskowayê civîna Rêveberiyên Otonomiyên Kurdan ên Neteweyî-Çandî pêk hat.

Hevserokên 8 herêmên otonomiyên Kurd ên li Rûsyayê tevlî civînê bûn. Di civînê de ku du rojan dewam kir, xebata salane hatin nirxandin. Delegeyên tevlî civînê bûn xebatên salê nirxandin û xebatên ku dema pêş bên kirin, nîqaş kirin. Nûnerên her herêmê ku tevlî civînê bûn pirsgirêk û çareseriyên xwe anîn rojevê.

Beşdarên civînê, bûyerên dawî yên li Kurdistan û herêmê nirxandin û destnîşan kirin ku divê Kurdên li dîasporayê bersivê bidin pêvajoyê. Ligel vê hemû beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê diyar kirin û gotin, divê Kurdên li Rûsyayê li her derê ji bo piştgiriya vê berxwedanê dengê xwe zêdetir bilind bikin. Ji bo vê jî biryar hat girtin ku li her herêmê çalakî bên pêkanîn. 

Di dawiya civînê de plansaziya heyama bê hate pejirandin û hate diyarkirin ku sala bê wê li gorî vê plansaziyê xebat bên kirin. Ev biryar, qadên perwerde, tenduristî, malbat, aborî û gelek qadan digire nav xwe.