Li Mogadîşûyê êrîş: Herî kêm 10 kes mirin
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat û hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin e.
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat û hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin e.
Li gorî çavkaniyên polîsan sê êrîş pêk hatin. Herdu êrîşên destpêkê li dijî otelek û nêzî navendekî polîsan pêk hatin.
Hate ragihanndin ku herdu êrîşên destpêkê bi wesayîta bombebarkirî pêk hatiye û herî kêm 10 kes mirin ku di nava wan de zêdeyî sivîl û endamên ewlehiyê jî hene.
Teqîna sêyemîn jî li herêmêke nêzê çerxerêya K4 a navenda bajêr pêk hat. Hate ragihandin ku di vê teqînê de jî gelek sivîl mirîne. Şahidê bûyerê got li erdê cenazeyê 9 kesan dîtiye û gelek kes jî birîndar bûne.
Li welat êrîşên bi wesayîta bombebarkirî bi giştî ji aliyê rêxistina Şebab a girêdayî El Qaîdeyê ve tê kirin.
Rêxistina Şebab sala 2011’an ji Mogadîşûyê hatibû derxistin û piştre kelhên bingehîn yên li welat jî winda kiribû. Lê heta niha jî herêmeke mezin a bejahiyê dibin kontrola wan de ye û li van herêman jî bi giştî çalakiyên terzê gerîla û êrîşên xwekujî pêk tînin.