Li Misrê êrîşa bombeyî
Li bakurê Nîvgirava Sîna ya Msirê, ji ber êrîşa bi wesayita bombebarkirî 7 kes mirin.
Li bakurê Nîvgirava Sîna ya Msirê, ji ber êrîşa bi wesayita bombebarkirî 7 kes mirin.
Bi wesayiteke bombebakirî, êrîş li dijî qereqoleke leşkerî ya li bakurê Sîna hate kirin. Wesayita bombebakirî 200 metre beriya bigihêje armanca xwe ji aliyê tanka Misrê ve hate teqandin.
Rayedarên leşkerî yên Misrê gotin, zêdeyî 100 kîlo teqemenî di wesayitê de hebûn. Ji ber teqîna wesayitê 7 sivîlên li derdorê, ku yek jê zarok e, jiyana xwe ji dest dan.