Li Misrê cezayê darvekirinê li 75 kesan hate birîn

Li Misrê cezayê îdamê li 75 endamên rêxistina Birayên Misilman hate birîn. Li 47 kesan jî cezayê girtina heta bi hetayê hate birîn.

Li Misrê li 75 kesan cezayê îdamê, li 47 kesan jî cezayê girtinê yê heta bi hetayê hate birîn ku di nav de rêveberên payebilind ên rêxistina Birayên Misilman jî hene. Hate gotin, piraniya bersûcan sala 2013'an di dema çalakiyên protestoyî yên Birayên Misilman de hatibûn girtin.

Rêxistina Efrûyê ya Navneteweyî ji bo biryarê got, "Rûreşî û binpêkirina destûra bingehîn a Misrê."

Rêxistina Efûyê her wiha bi bîr xist ku ji kuştina 900 kesên sala 2013'an di dema xwepêşandanên protestoyî de hatin kuştin, ti ji hêzên ewlekariyê berpirsyar nehatine girtin.

Parlamenta Misrê par qanûnek derxist û li gorî vê qanûnê, hêzên emniyet û artêşê yên tevlî destwerdana bûyerên sala 2013'anên li taxên Rebaa û El Nahda bûne, nabe ku bên cezakirin.