Li Misirê pisîk, mar û kêzikên mûmyakirî hatin dîtin

Li Misirê cara pêşîn mûmyayên pisîk, mar û kêzikan hate dîtin ên ku 6.600 sal berê hatine mûmyakirin.

Li nêzî Kahîreyê li tesîsa Sakkarayê heft gor hatin dîtin ên ku herî kêm 6 hezar salî ne.

Wezîrê Antîkayan ê Misirê Halîd El Enanî diyar kir ku li Sakkarayê ya ku paytexta berê ya împaratoriyê bû, lêkolîn hatine kirin. Di lêkolînan de mûmyayên pisîk, mar û kêzikan hatine dîtin ên ku 6.600 sal berê hatine mûmyakirin.

Wezaretê diyar kir ku sê gorên ku hatine dîtin, ji serdema Keyîtiya Nû maye û ji bo pisîkan bi mebesta goristanê hatiye bikaranîn.

Çar gorên din jî aidî Keyîtiya Kevn e (Beriya Mîladê 4.300). Hate diyarkirin ku gora herî girîng jî a Khûfû-Îmhat e ya ku parêzvanê avahiyên girêdayî seraya keyîtiyê ye. Berê jî tîmeke ji Fransayê li vê qadê xebitîbûn û gelek mûmyayên heywanan dîtibûn.

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ê Antîkayan Mûstafa Vezîrî diyar kir ku koma ji Misirê ya ku ji Nîsana 2018’an û vir ve dixebite, mûmyayên kêzikên gû dîtine yên ku berê hîç nehatibûn dîtin.

Li vê tesîsê mûmyayên pisîkan û 100 statuyên pisîkan hatine dîtin ên ku diyarî xwedawenda serpisîk Bastetê hatiye kirin.

Misiriyên berê bawerî bi nemiriyê dianîn. Ji ber vê jî ji bo ku bedena xwe piştî mirinê biparêzin, bedena xwe dikirin mûmya. Mûmyayên heywanan jî ji bo boraqan dihate bikaranîn. Li Misirê bi milyonan heywan hatin mûmyakirin.