Li Melboûrneyê bi wesayiteke bombebarkirî êrîş pêk hat

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, êrîşkarekî wesayita bombebarkirî teqand û piştre 3 kes kêr kir. Di bûyerê de kesek mir. 

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê kesekî seyareyeke tijî teqîmenî teqand. Piştî teqînê êrîşkar bi kêrê êrîşî 3 kesan kir. Di bûyerê de kesek mir. 

Gumana polîs ew ku çalakî êrîşeke terorî ye. 

Berdevkê polîs Somalîlî eşkere kir ku kesekî seyareyeke tijî tup ajotiye nava kolana esnafan. Kesê navborî piştî seyare teqandî bi kêrê êrîş biriye ser polîsên ku çûyî cihê bûyerê. 

Hate ragihandin ku polîs bi çekan êrîşkar sekinandiye. Êrîşkarê ku çend gule lê ketî li nexweşxeyê mir.