Li Meksikaye piştî erdhejê perestgehek derkete holê

Li Meksîkayê piştî erdheja 19’ê Îlonê keşfeke mezin a arkeolojik hate destpêkirin. Erdhejê şopa pîramîdekê derxiste holê.

Keşfa arkeolojik li eyaleta Morelosê li nav pîramîda Teoponzolco hate dîtin. Perestgeha ku dehiya xwedayê baranê Tlacolê hatî kirin, Pêncşemê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dane naskirin. Teoponzolco ya serdema şaristaniya Tlahuîca bû. Ev şaristanî têkildarî çanda Aztek û Meksîkayê li vê herêmê geş bû.

Arkeologa Antropolojiya Netewî û Enstîtûya Dîrokê Barbara Konîezca got ji ber sedema erdhejê sîsika sereke ya pîramîdê guherî ye.

Erdheja Îlona 2017’an, ku bibû sedema mirina 639 kesan, bandor li jora pîramîdê jî kiribû. Li vî beşî du pîramîd hatin dîtin. Yek jê dehiyê xwedayê berz ê şaristaniya Meksîka Huîtzîlopochtlî kirin û ya dî jî dehiyê xwedayê baranê Tlaloc kirin.

Pîramîda Teopanzolco ya bi bilindahiya 16 metroyan, xwe digihîne sala 1550’î. Perestgeha ku derketî holê jî, li rojavayê pîramîda bi bilindahiya 5 metro û dirêjahiya 4 metroyê disekine.