Li Meksîkayê ji sê gorên komî 35 cenaze hatin derxistin

Li eyaleta Jalisco ya li rojavayê Meksîkayê, sê gorên komî hatin dîtin. 35 cenaze ji gorên komî hatin derxistin.

Li Jaliscoyê ku yek ji eyaletên Meksîkayê ye ku tundî lê zêde ye, sê gorên komî hatin dîtin. Kolandina gorên komî didomin û rayedar dibêjin, dibe ku bîlanço girantir bibe.

Yek ji van gorên komî li paytexta eyaletê li Guadalajarayê hate dîtin. Tasa serî yê heft kesan ku serê wan hatibûn jêkirin û hestiyên hin mirovên din, li nava zeviyê malekê hatibûn dîtin. Li heman malê 3'ê Gulanê neh kes ên êşkence li wan hatibû kirin, hatibûn rizgarkirin.

Li Meksîkayê ku tundiya ji ber narkotîkê zêde ye, niha zêdeyî 40 hezar kes winda ne. Ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê, Serokkomar Felipe Calderon sala 2006'an dest bi kampanyayê kiribû. Ji hingî ve li gorî hejmarên fermî li Meksîkayê derdora 250 hezar kes hatin kuştin.