Li Meksîkayê ji ber germahiya zêde zêdetirî 150 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji meha Adarê heya niha li gelek deverên welat ji ber germahiya zêde 155 kesan jiyana xwe ji dest dane.

LI MEKSÎKAYÊ GERMAHIYA ZÊDE

Li gorî rapora Wezaretê ya heftane ya têkildarî sezona hewayê germ ku wê ji 17'ê Adarê heya 5'ê Cotmehê berdewam bike, ji 17'ê Adarê heya niha ji ber ‘germahiya zêde’ 2 hezar û 567 pirsgirêkên tenduristiyê rû dane.

Ji ber germahiya zêde li Meksîkayê li Eyaleta Veracrûzê 56 kesan, li Tabasco ya  Nîvgirava Yûcatanê 18 kesan, li Eyeleta Tamaûlîpasê 17 kesan li Neûevo Leonê 12 kesan û li San Lûîs Potosîyê jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

BANDORA GUHERÎNA AVÛHEWAYÊ

Li gorî pisporên World Weather Attrîbûtîonê (WWA) germahiya zêde ya di dawiya meha Gulanê û destpêka Hezîranê de ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Meksîka û Amerîkaya Navîn ji ber guherîna avûhewayê 35 qatan zêde bûye.

Di serî de li Mexîco Cîty a paytexta Meksîkayê û li gelek bajaran pileya germahiyê di 27’ê Gulanê de bi  34.7 dereceyan weke bilindtirîn dereceya germahiyê hatiye tomarkirin.

Ji ber germahiya zêde û nebarîna baranê asta avê ya gelek bendavan gelekî kêm bûye gelek gol jî ziwa bûne.

Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku wê li gelek deverên welat germahiya zêde berdewam bike û dibe ku li Eyaleta Baja Calîfornîayê pileya germahiyê ji 45 dereceyan derbas bibe.

Gelek meymûnên li daristanên Tabascoyê û Chîapasê jî ji ber germahiya zêde mirin.