Li Meksîkayê erdheja bi 7.1 pileyî

Li başûr rojhilatê Meksîkayê bi 7.1 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî, erdhej êvara Sêşemê li qadeke bi 11 kîlometreyî li başûr rojhilatê Acapulco yê eyaleta Guerreroyê bi mezinahiya 7.1 pileyî qewimî.

Navenda Hişyariyê ya Tsûnamiyên Pasîfîk a Emerîkî destpêkê di mijara tsûnamiyê de hişyarî da, çend deqe piştî erdhejê ragihand ku rîskek bi vî rengî nîne.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Heta niha sê erdhejên biçûk jî pêk hatin ku ya herî giran bi 5 pileyî bû.

Serokkomarê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador diyar kir ku di erdhejê de tenê kevir ji dîwar ketiye.

Li Meksîkayê erdheja herî mezin a dawî 19'ê Îlona 2017'an bi mezinahiya 7.1 pileyî qewimî bû û di encamê de 369 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala 1985'an bi mezinahiya 8.2 pileyî erd hejiya bû û 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.