Li Meksîkayê di qezayên otobusan de herî kêm 32 kes mirin

Li eyaleta Oaxaca ya li başûrê Meksîkayê û eyaleta Durangoyê ya li bakurê vî welatî, di encama du qezayên otobusan de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hikumeta herêmî diyar kir ku li eyaleta Oaxacayê roja Duşemê otobusek wergeriya û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman çavkaniyê, nêzî 10 kes jî hîn li nexweşxaneyê ne.

Li gorî hin saziyên medyayê yên Meksîkayê, hin ji qurbaniyan alîgirê partiya çep a li desthilatdariyê bûn ku ji mîtînga mezin a şermezarkirina gefên gumrukê yên Serokê DYE'yê Donald Trump a li Mexico City vedigeriyan.

Di daxuyaniya rayedarên herêmî de hate gotin, "Ji bo diyarkirina sedema qezayê wê lêpirsînên pêwîst bêne kirin."

Li gorî Parastina Sivîl a Eyaleta Durangoyê, heman rojê qemyonek û otobusek a ji aliyê DYE'yê dihat li hev qelibîn û di encamê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. 10 rêwî jî sax man. Otobus ji McAllenê ya li ser sînorê Meksîka û Teksasê bi rê ketibû.

SALÊ 15 HEZAR KES DIMIRIN

Li Meksîkayê ji ber leza zêde û şert û mercên nebaş ên rê, gelek caran qezayên trafîkê rû didin. Li gorî gelek çavkaniyan salê herî kêm 15.000 kes dimirin.