Li Meksîkaya tundiya çeteyan: Ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin

Li eyaleta Veracrûz a li rojhilatê Meksîkayê, yek jê zarok, sê jê jin heft kes ji heman malbatê hatin qetilkirin.

Li gorî daxuyaniya serdozger, li eyaleta Veracrûzê roja Yekşemê cenazeyên heft kesan hatin dîtin. Ji qurbaniyan yek jê zarok, sê jî jin bûn.

Êrîş di demekê de hate kirin ku polîtîkayên ewlekariyê yên Serokkomar Andres Manûel Lopez Obrador tê rexnekirin.

Roja Şemiyê li eyaleta Sonora ya li bakur rojavayê welêt, di dema operasyona girtina sê kesên ji gumana narkotrafîkê de efserek hatibû kuştin.

Li gorî daneyên fermî li vî welatî di navbera mehên Çile û Gulanê de 12 hezar û 737 kes hatin qetilkkirin.

Ji sala 2006'an dema destpêkirina kampanya têkoşîna li dijî narkotîkê ya Serokkomarê berê Felîpe Calderon, li Meksîkayê li gorî daneyên fermî derdora 350 hezar kes hatin kuştin.

Serokkomarê nû Andreas Manûel Lopez Obrador anî ziman ku ew dixwazin destpêkê li hemberî sedemên tundiyê, yanî li hemberî xizanî û bêkariyê têbikoşin û got, "Bi dîtina min nabe ku em bi tundiyê bersivê bidin tundiyê."