Li Lubnanê serokwezîrê nû hate hilbijartin, nerazîbûn dewam dike

Li Lubnanê piştî çalakiyên şermerzarkirinê yên du mehan serokwezîrekî teknokrat hate hilbijartin. Lê belê nerazîbûn dewam dike.

Piştî hilbijartina serokwezîrê nû rêyên bingehîn ên Lubnanê ji aliyê çalakgeran ve hatin asêkirin

Hasan Dîab ê 60 salî ku ji aliyê raya giştî ve zêde nayê naskirin Pêncşemê di encama hevdîtinên li parlamentê de hate destnîşankirin. Dîab ku akademîsyeneke û Wezîrê Perwerdeyê yê berê bû, ji Hîzbûllahê û tifaqên wan piştgirî wergirt.

Partiya ku Serokkomar endamê wê ye di nava vê tifaqê de ye. Lê belê Dîab piştgirî ji bloka parlamentên Sûnî piştgirî wernegirt ku Saad Harîrî pêşengiyê jê re dike. Dîab wê ji bo avakirina hikumeta nû bê wezîfedarkirin.

Hilbijarina Dîab ku weke yekî serbixwe û teknoktrat tê pênasekirin encameke xwepêşandanên ku 17'ê Cotmehê destpê kirine. Serokwezîrê berê Saad Harîrî ji ber nerazîbûna gel neçar ma ku îstifa bike, lê vê îstifayê têrê nekir ku hêrsa xwepêşandêran kêm bibe. Tevî ku Hasan Dîab jî Sûnî ye piştgiriyê ji civaka xwe wernegirtiye. Ev derdor Dîab rexne dike ku têkiliyeke nêz bi Hîzbûllah a Şîa re heye. Mînaka vê yekê jî ji 69 parlamentên Sûnî tenê 5 parlamenteran piştgiriya Dîab kirin.

Li Lubnanê ku ji gelek mezheban pêk tê wezîfeya serokwezaretiyê bi rengekî kevneşop ji yekî Sûnî re tê pêşkêşkirin.

Li bajarê Trablûsşamê ku bajarekî Sûnî ye û li bakurê Lubnanê ye Înê dibistan girtî man û rê hatin asêkirin. Çalakgeran rêyên bingehîn ên li bakurê Lubnanê asê kirin.