Li Los Angelesê êrîş pêk hat: Herî kêm 11 kes birîndar bûn

Li bajarê Los Angelesê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li bar-dîskotekê kesekî êrîşa çekdarî pêk anî û herî kêm 11 kes birîndar kir.

Li bajarê Los Angeles ê DYA'yê li pîrozbahiyeke xwendekaran êrîş pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 11 kes birîndar bûn. 

Piştî êrîşa ku li bar-dîskoteka bi navê Thousand Oaksê pêk hat, polîs hatin cihê bûyerê. Hêj jî operasyona polîs didome. Berdevkê polîsan Garo Kuredjan ji qenaleke televîzyonê re axivî û diyar kir, ku herî kêm 11 kes birîndar bûne. 

Kuredjan got, "Ez nizanim ka êrîşkar hatiye girtin an na, ez ne bawer im li derveyî barê be."

Şahidekê bûyerê jî diyar kir ku êrîşkar bi çekê êrîş biriye ser ewlekarekî barê kiriye û polîsan bombeyên gazê avêtine hundir. 

Tê ragihandin ku di navbera polîs û êrîşkar de şer jî derketiye û di şer de polîsek birîndar bûye. 

Dîsa hate ragihandin ku polîsên FBI'yê û yên herêma Vendurayê jî piştgirî dane polîsên cihê bûyerê.