Li Lîbyaye zêdetirî 15 hezar koçber paş ve hatin şandin

Hate ragihandin ku li Lîbyaya ku şerê navxweyî hê lê didome, di encama bazara koçberan a Yekîtiya Ewropayê (YE) de bi hezaran kes ji bo Efrîqa û welatên Asyayê paş ve hatine şandin.

Li gorî agahiyên Rêxistian Koçberiyê ya Navnewetî (IOM) ya girêdayî Netewên Yekbûyî (NY) bi deh hezaran koçber ji bo 52 welatên cuda hatine şandin.

Di 10 mehên sala 2018’an de zêdetirî 15 hezar koçber paş ve hatin şandin û fona ku YE ji bo welatên Efrîqayê dayî diyarkirin jî ji bo ‘Vegera bi dildarî’ hatiye bikaranîn.

IOM ragihand ku sala derbasûyî 20 hezar koçber bi dildarî vegeriyan welatên xwe û ev hejmar tê payîn ku îsal bibe 30 hezar.

Lîbyaya ku 5 kîlometre sînorê wê yê bejahiyê heye piştî hilweşandina Mûammmer Kaddafî ya sala 2011’an her sal bi sedhezaran koçberên ji welatên Asya û Efrîqayê ji bo derbasî Ewropayê bibin Lîbya weke nuqteya jê derbasbûnê bi kart înin. Li Lîbyaya ku herî zêde ji bo çûyîna Îtalyayê tê bikaranîn, revandina mirovan û xebatên bazirganiyê di belgefîlmê de derket holê, ku belgefîlm sala derbasyûyî  hatibû weşandin. Derket holê ku bi hezaran mirov li bazara Lîbyayê têne firotin.