Li Lîbyayê trajediya koçberan: 13 mirî
Li peravên Lîbyayê di bota plastîk a ku ji rotayê derketî û 167 kes tê de bû, cenazeyê 13 kesan hate dîtîn.
Li peravên Lîbyayê di bota plastîk a ku ji rotayê derketî û 167 kes tê de bû, cenazeyê 13 kesan hate dîtîn.
Rêxistina civakî ya sivîl a Îspanyayê Proactîva Open Arms li ser twîtterê ev agahî par ve kir.
Rêxistinê diyar kir ku dema wan bota plastîk dît, di nava botê de 13 cenaze dîtîne.
Di nav kesên mirî de gelek dayîk û dayîkên ducanî hene.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ji 1'ê Çîleyê ve bi rêya deryayê 111 hezar û 514 koçber û penaber gihiştine Ewropayê.
Ji van 93 hezar û 500 kes gihiştine peravên Îtalyayê.
Di heman demê de koçberên ku xwestin deryayê derbas bikin zêdetirî 2360 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.