Li Lîbyayê şer: Herî kêm 32 kes mirin

Ji destpêka operasyona ku general Haftar ber bi paytext Trablusê ve daye destpêkirin, herî kêm 32 kes mirin.

Li ser bîlançoya şer, Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Trablusê daxuyaniyek da.

Wezîrê Tenduristiyê Amîd Omar ji televîzyona El Ahrar a Lîbyayê re axivî û diyar kir, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de gelek sivîl hene, lê hejmara giştî ya sivîlan eşkere nekir.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya general Halîfa Haftar, êvara Şemiyê ragihand ku 14 şervanên wan mirine.

General Haftar diyar kir, ew dixwaze paytext Trablusê bi dest bixe. Roja Yekşemê li nêzî Trablusê di navbera aliyan de şer qewimî. Hate ragihandin, şer bi giranî li Wadî Rabî û derdora balafirgeha navneteweyî yên li başûrê paytext Trablusê ne qewimî.

Yekîneyên Haftar diyar kirin, li banliyoya başûr a Trablusê roja Yekşemê yekem êrîşa hewayî kirine. Hêzên ser bi Serokwezîrê hikumeta Trablusê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin Fayez el Sarraj ragihandin ku pêr êrîşa hewayî kirine.

Operasyona Haftar 4'ê Nîsanê Pêncşemê dest pê kir. Haftar ku li rojhilatê Lîbyayê serdest e, bi kontrolkirina Trablusê re dixwaze serweriya xwe li aliyê rojava jî berfireh bike.