Li Lîbyayê nêzî 220 koçber di deryayê de xeniqîn

Komîsertiya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) eşkere kir ku van rojên dawî li peravên Lîbyayê nêzî 220 koçber xeniqîne. 

Roja Sêşemê keştiyeke ku 100 penaber tê de bûn, noqî avê bû û tenê 5 kes jê filitîn. Heman rojê, keştiyeke din ku 130 koçber tê de bûn, noqî avê bû û 70 kes xeniqîn. Wekî din roja piştî wê 50 kes di deryayê de xeniqîn. 

Di nava çend rojên dawî de li deryaya Lîbyayê nêzî 220 kes xeniqîn. Li gorî UNCHR’ê ji destpêka salê heta niha hejmara koçberên ku di Deryaya Spî de xeniqîn ji hezarî derbas kir. 

UNHCR'ê, ji bo hewldanên rizgarkirinê xurtir bibin, bang li raya navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê, rêxistinên civaka sivîl û keştiyên bazirganiyê jî tevlî xebatên rizgarkirinê bibin.