Li Lîbyayê êrîşa hewayî: 40 koçber hatin kuştin

Li navendeke koçberan a li nêzî paytexta Lîbya Trablûsê êrîşeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku 40 koçberan jiyana xwe ji dest dane, 80 kes jî birîndar bûne.

Êrîş li navenda koçberan a li Tajurayê ku banliyoyeke Trablûsê ye hate kirin. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên herêmî, ji ber êrîşa hewayî 40 koçber mirine û 80 jî birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşa hewayî li xwe negirtiye, lê belê general Halîfe Haftar berpirsyar tê nîşandan ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike û hewl dide Trablûsê jî werbigire.

Li Tajurayê tevî navenda koçberan her wiha gelek kampên leşkerî yên hêzên tifaqa bi hikumeta yekîtiya neteweyî re tevdigerin hene.

Buroya Lîbyayê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji ber vê êrîşê ew gelekî bi fikar in û destnîşan kir, "Divê sivîl ti carî nebin hedef."

Koçberên li Lîbyayê di navbera hikumeta yekîtiya neteweyî ya ku bi giranî ji komên Îslamî pêk tê û Neteweyên Yekbûyî nas dike û welatên Ewropayê de mexdûr in. Li gorî peymanên di navbera her du aliyan de hatine amadekirin koçberên li deryayê tên zevtkirin li Lîbyayê tên vegerandin. Di çarçoveya peymanan de Lîbya jî koçberan li xaka xwe dihêle. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku peyman li derveyî mirovahiyê ye. Beriya niha gelek dîmen hatin weşandin ku nîşan didan penaber û koçber di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê tên hiştin û mîna koleyan tên firotin.