BI DÎMEN

Li Lefkoşayê konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de tê meşandin, li Qibrisê konferansek hate lidarxistin.

KONFERANSA QIBRISÊ

Li Qibrisê bi sernavê 'Di bin siya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Qibris û Kurdistan' û 'Polîtîkaya faşîzma Tirk a li Îmraliyê û bêdengiya Ewropayê' konferansek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn.

Konferans li paytext Lefkoşayê pêk hat û gelek parêzer, parlamenter, nivîskar, rojnamevan û aktîvîst jî li gel gelê Qibrisê beşdar bûn.

Li salona konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lehengê hepar ê gelên Kurd û Qibrisê Theofilos Georgiades ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, hatin daliqandin.

'EM BI HEV RE DIKARIN DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN'

Navenda Çanda Kurd a Teofilosê û Yekîtiya Parêzerên Demokratîk a Qibrisê pêşengî ji konferansê re kirin û axaftina destpêkê ji aliyê parêzer Efstatios Efstatio ve hate kirin. Efstatio got, "Yekane rêya bidawîkirina faşîzm û dagirkeriya Tirk, berxwedana hevpar e" û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya pirsgirêka Qibrisê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan di nav hev de ne.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat jî anîz iman ku bi vê konferansê de tevneke xurt a têkoşînê hatiye afirandin û got, "Ez bawer dikim ku em bi hev re dikarin dîwarên Îmraliyê hilweşînin."

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê, pisporê jeopolîtîk ê enternasyonalîst Christov Iakaouvu û Alekos Mihalides axivîn.

'GERÎLA JIYAN DA GEL'

Mihalides qala berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê yên Kurd kir û got, "Gerîla jiyan da gelê Kurd û bi şoreşa Rojava re bû çavkaniya sûdwergirtinê ji cîhanê re."

Mihalides anî ziman ku Abdullah Ocalan lîdereke ku dikare tevkariyê li aştiya tevahiya herêmê bike û got, "Daxwaza berdana Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke mirovî ye, beriya her tiştî daxwazeke siyasî ye û ne tenê ji bo gelê Kurd e."

Mihalides ragihand ku ew heyranê gelê Kurd e ku ji bo dîrok, milet, ziman, nasname û hişmendiya xwe ya kolektîf canê xwe feda dikin û got, "Heta ku faşîzma Tirk bi temamî têk enbin em ê nesekinin. Divê em welatekî dûrî ji dagirkeriya Tirk ji zarokên xwe re bihêlin."

'LI ROJHILATA NAVÎN YEKANE LÎDERÊ KU DIKARE ÇARESERIYÊ PÊK BÎNE RÊBER APO YE'

Rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê jî destnîşan kir ku li dijî feraseta neteweperestî, yekperestî ya xeta netewe dewletê, li Rojhilata Navîn tenê îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a paradîgmaya neteweya demokratîk dikare bibe çareserî û got, "Di paradîgmaya Rêber Ocalan de yekperestî, neteweperestî, nijadperestî nîne. Ji ber vê jî li ber feraseta netewe dewletê radibe û yekîtiya gelan, jiyana azad û jiyana bi hev re ya çandên cuda nîşan dide. Rêber Apo ji ber ku xeta netewe dewletê qebûl nake heta niha di nava tecrîdeke giran de ye. Eger Rêber Apo feraseta hêzên modernîteya kapîtalîst pejirandibûya wê îro ne tecrîdkirî bûya." Di dewama axaftina xwe de Sefkan Kobanê diyar kir ku paradîgma û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeyal nîne û nîşaneya herî mezin û mînaka vê Şoreşa Rojava ye.

Christov Iakaouvu jî ragihand ku bi lîderiya Erdogan hewl tê dayin ku rêxistiniyeke hegemon bê avakirin û got, "Tirk ji azadiya Kurdan ditirsin. Eger Tirkiye helwesteke lihevikrinê nîşan bide, yekane muxatabê vê pêvajoyê yê sereke divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be."

Beriya destpêkirina beşa duyemîn a konferansê dîmenekî bi Yewnanî yê li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

'EGER DAXWAZA ÇARESERIYÊ HATIBÛYA KIRIN, PARÊZER NIHA LI ÎMRALIYÊ BÛN'

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî bi rêya Skype tevlî konferansê bû û got, "Dema dawî lîderê MHP'ê ku partiyeke neteweperest a li Tirkiyeyê ye ji ber ku silav da parlamenterên DEM Partiyê yên li Meclîsê her kesî qalê kir ku gelo pêvajoyeke çareseriyê jinûve destpê dike. Bi taybetî hin rojnamevanên li çapemeniya navneteweyî ev yek ji min pirsîn. Hinek hene ku bawer dikin, dewleta Tirk bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kiriye. Lê belê ez dixwazim ji vê derê bibêjim. Tiştekî bi vî rengî nîne. Eger hebûya weke parêzerên wî em ê niha li gel wî bûna."

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Parlamenterê Serbixwe yê Qibrisê û di heman demê de parêzer Costis Efstatio jî bêdengiya Ewropayê ya li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Îmraliyê rexne kir.

Herî dawî parêzer Dinos Paspalides axivî û destnîşan kir ku divê li qada navneteweyî piştgirî ji têkoşîna Kurdan re bê dayin.