BI DÎMEN

Vaye xefikên wênegir ên PDK'ê yên ji bo xizmeta dewleta Tirk!

Rojnewsê dîmenên nû yên hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re weşand ku li dijî hêzên gerîla dike. Di dîmenan de tê dîtin, li gundê Bilê yê herêma Barzanê xefikên wênegiriyê têne bicihkirin.

RASTIYA PDK'Ê

Li ser hevkariya sûc û piştgiriya PDK'ê ya bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re belgeyên nû hatin weşandin.

Li gorî dîmenên nû ku Rojnewsê weşandin, berpirsyarê asayîşa nehiya Bilê ya herêma Barzan ê PDK'ê Serwan Xelîl Bazî Barzanî ji bo gelê herêmê û gerîla îxbar bike, xefikên wênegiriyê bi cih dike.

Di dîmenan de tê dîtin, endamê Asayîşê Ferhat Mûhammed ku di heman demê de aksesûarên wesayitan difiroşe, xefikên wênegiriyê ji bo li qadên gerîla bi cih bike 26'ê Tebaxa 2024'an amade dike û radestî berpirsyarê asayîşa PDK'ê dike.

Berpirsyarê asayîşa PDK'ê Serwan Xelîl Bazî Barzanî jî vê amûrê di 1'ê Îlona 2024'an de li odeya xwe ya asayîşê diceribîne, rojekê li odeya asayîşê bi cih dike û qeyd dike.

Li gorî nûçeyê 5'ê Îlona 2024'an berpirsyarê asayîşa Bilê ya PDK'ê li gel 2 kesan vê cîhaz û xefika wênegiriyê li cihekî ku difikirin gerîla jê derbas dibin bi cih dikin.