Li Lahrê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Lahrê yê Elmanyayê ji bo Zinar Ronî (Zekî Oger) bibîranîn hate lidarxistin yê ku tevî du gerîlayên ku li Qilebana Şirnexê şehîd bûbû.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Zinar Ronî yê ku di 11’ê Îlonê de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê şehîd bûbû, şîn hate dayîn û bibîranîn hate lidarxistin.

Ji aliyê apê wî Ahmet û birayê wî Mehmet Oger şîn hate gerandin.

Sûltan Oger li ser navê malbatê axivî û diyar kir ku Ronî di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye û di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Bavê Hesen jî diyar kir ku PKK’ê gelek dijwarî derbas kiriye û got, “Em dixwazin Kurd bibin yek, armanc û hêviya me yekîtî ye.”

Birayê Ronî Mehmet Oger jî got ku, “Ez ne li bendê bûm ku Zekî tevlî nav refan bibe. Zekî zêde nediaxivî û her tim difikirî.”

Piştî axaftina Nîhat Teke yê ku hevalê Ronî ye, bibîranîn bi dawî bû.