Li Kubayê dawiya serdemekê: Raûl Castro teqawît dibe

Birayê biçûk ê lîderê Kubayê Fîdel Castro, Raûl Castro wê roja Înê cara dawî serokatiyê ji Kongreya Partiya Komunîst re bike.

Dawiya vê hefteyê li Kubayê serdemek diqede. Raûl Castro ku wê bibe 90 salî, hate ragihandin ku wê teqawît bibe.

Tê payin ku Serokkomarê heyî Mîgûel Dîaz Canel bikeve şûna Castro.

Bi vî rengî rêveberên nifşên nû li Kubayê derdikevin ser dikê. Ev rêveberên nû ji nava şoreşa 1959'an derneketine.

Her çend teqawîtbûna Castro weke dawiya serdemekê bê nirxandin jî, nayê payin ku sîstem jî bi heman rengî biguhere.

Mîgûel Dîaz Canel hem ji bo piştgiriya gel werbigire û rewa bimîne, divê sîstemê dewam bike.

Bi gotineke din, nifşê nû wê nirxên berê biparêzin, lê belê modela heyî ya aboriyê nû bike, li gorî daxwazên nifşên ciwan û pêwîstiyên wan divê hin guherînan bikin.