Li Korsîkayê FLNC'ê xwe ji nû ve bi rêxistin kir

Li herêma Korsîka ya Fransayê, rêxistina FLNC'ê ku di sala 2014'an de dest ji çekan berda, biryar wergirt ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê (FLNC) ji nû ve derkete holê û firotina malên neguhêzbar ji bo kesên ne ji Korsîkayê, her wiha xebitandina biyaniyan qedexe kir.

Koma ji pênc kesan ku xwe weke FLNC a nû dan nasandin civîneke çapemeniyê pêk anîn. Komê li rojnameya Corse-Matînê dîmenekî konferansê yê ji 34 saniyeyan û belavokek weşand.

Endamên komê gotin, "Em welatparêzên Korsîkayê ne. Ji bo ji nû ve avakirina FLNC'ê ji nû ve li hev kom bûn."

Di belavokê de hate gotin, "FLNC Per I'Indipendenza" (FLNC ji bo serxwebûnê) hate weşandin.

Her wiha hate ragihandin ku ew bi manîfestoya damezrandinê ya FLNC'ê ve girêdayî ne ku di 5'ê Gulana 1976'an hatibû ragihandin.