Li Koreya Başûr serketina mezin a hilbijartinê

Piştî peymana di navbeyna Koreya Bakur û DYA’yê de li Sîngapûrê hate îmzekirin, di hilbijartinên Koreya Başûr de Partiya Demokrat a li ser kar e serketineke mezin bi dest ve anî.

Moon Jae-in ku Gulana 2017’an bû Serokkomar, yek ji wan kesan bû nêzîkbûna DYA’yê û Koreya Bakur jidil dixwest. Bi vê peymanê ku rageşiya ji ber sedema nukleerê kêm bû, Serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un li Sîngapûrê peymaneke dîrokî danîn.

Piştî peymana li Sîngapûrê li Koreya Başûr di hilbijartina xwecih de Partiya Demokrat a li ser kar serketineke mezin bi dest ve anî.

Li gorî sê televizyonên sereke Partiya Demokrat 17 şaredarî û 14 walîtî bi dest ve anî. Li paytext Seûlê Park Won-soon ev cara sêyan e ku tê hilbijartin.

Tê gotin li Meclîsa Netewî Partiya Demokrat ji 12 kursiyan 10 jê standin. Bi vî rengî Partiya Demokrat li Meclîsa ku bi 300 kursî ye, da pêşiya partiya ‘’Ji Koreyê re Azadî’ ya Serokkomarê berê Park Geun-hye û 128 kursî bi dest ve anî.