Li Konseya Ewrûpayê li ser tecrîdê konferans hate lidarxistin

Ji bo balkişandina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê konferansek hate lidarxistin.

Konferans ji aliyê Koma Çep a Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê hate lidarxistin û li ser tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya dewletên Ewrûpayê hate sekinandin.

Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parêzera Ocalan serbay Koklu, parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, endama Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê û parlementera Êlihê Feleknas Ûca û birayê Hamîlî Yildirim ê girtî Polat Yildirim axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser rewşa Ocalan û bêdengiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê rexne kirin.

Di konferansê de li ser navê girtiyên li girava Îmraliyê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve agahî ji Ocalan nayê stendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku CPT serlêdan û raporên li ser tecrîda li ser Ocalan naxe rojeva xwe û bêdengiya wê hate rexnekirin. Bang hate kirin ku divê CPT roj berî rojekê biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê.

 Parêzerên Ocalan û malbatên girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de xwestin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê were bidawîkirin û banga xwedîlêderketina îradeya çareseriya demokratîk kirin a ku ew ê aştiya mayînde bîne.