Li Kongoyê şerê navbera kabîleyan: Bi dehan kes mirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk, kabîle bi hev ketin. Tê gotin, di vî şerê de gelek kes mirin e.
Li Komara Kongo ya Demokratîk, kabîle bi hev ketin. Tê gotin, di vî şerê de gelek kes mirin e.
Li gorî agahiyan, endamên kabîleya Pîgmelerê li gundekî herêma Tanganyîka ya li bakurrojhilatê welêt êrîşî endamên kabîleya Bantoû kirine.
Ev bûyer li gundê bi navê Pîana-Mwanga rû da û 15 kesên ji kabîleya Bantoû jiyana xwe ji dest dan, 37 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin, di bûyerê de herî kêm 65 xanî hatine şewitandin.
Wezareta Karên Hundir a Eyaleta Tanganyîka bi daxuyaniyekê, şerê navbera kabîleyan piştrast kir.
Li Kongoyê, duh danê sibehê di navbera polîsan û endamên kabîleyeke xwecihî de şer derketibû û 43 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Li vî welatî, di navbera komên cuda de bi taybetî li herêmên bejahî gelek caran şer derdikeve.