Li Kongoyê ji ber ebolayê 26 kes mirin

Li Komara Kongoyê ji ber nexweşiya ebolayê 26 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê got li rojavayêbakur ê welêt ji ber sedema ebolayê heta niha 26 kes mirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin 4 weqayên dî yên ebolayê diyar bûne, li herêmê 21 ji van teqez, 4 jê weqayê bigûman ên ebolayê, bi tevahî 46 weqayê germahiya zêde ya laş a hemorajîk hatine tespîtkirin.

Serokdewletê Komara Demokratîk a Kongoyê Joseph Kabîla duh lli herêma Ekvatorê ya welêt têkildarî rewşa dawî ya ebolayê qebîneya xwe civand. Di civînê de biryar hate standin ku 4 milyon dolar werin terxankirin, ji bo ku bi lezginî mudaheleyê li nexweşiyê bikin.

Her wiha biryar hate standin ku li herêma ku ketî ber bayê nexweşiyê xizmeta tenduristiyê bê pere be û alîkariya maddî bidin malbatên ku ji ber nexweşiyê hin ji wan mirine.