Li Kongoyê erîşa DAÎŞ'ê

Çeteyên DAÎŞ'ê li Komara Demokratîk a Kongoyê êrîşek pêk anîn.

Çeteyên DAÎŞ'ê li ser malpera xwe ya propagandayê Pêncşemê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Komara Demokratîk a Kongoyê anîn ser xwe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê diya kiribû, li Bovatayê 2 leşker û sivîlekî Kongoyî hatibûn kuştin. Çeteyên DAÎŞ'ê jî gotibûn 5 leşker hatine kuştin û 3 leşker birîndar bûne.

Li gorî  Reutersê jêdereke 'mîsyona aştiyê'' ya di bin banê NY'ê de got, şahidên bûyerê ji êrîşê komeke Îslamî ''Hêzên Tifaqa Demokratîk'' berpirs dîtin. Tê gotin, dibe ku ev kom bi çeteyên DAÎŞ'ê re têkildar be.