Li Kongoyê di nava 2 mehan de 200 hezar kes neçarî koçberiyê bûn

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji ber şideta zêde ya li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) bi sedhezaran kes neçar mane ku cihên xwe biterikînin.

UNHCR destnîşan kir ku li herêma Itûrî ya dikeve rojhilatê welat êrîşên li ser xwecihiyê herêmê zêde dibe, di nava 2 mehên dawî de 200 hezar kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.

UNHCR fikarên xwe yên ji sînordarkirina alîkariyên mirovî anî ziman û got: “Êrîş bi domdarî ziyanê dide kesên ku xwedî muhtac ku em alîkariyê bigihînin wan.”

UNHCR diyar kir ku divê hemû aliyên şer rêz ji jiyana sivîl û xebatên mirovî re bigirin. UNHCR ragihand ku îro li RDC’ê 5 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û ji van jî 1,2 milyon kes jî ji herêma Itûrî ne.

Li herêma Itûrî operasyona leşkerî ya hêzên hikûmetê ku ji Kanûna 2019’an û vir ve li dijî komên bi çek dane destpêkirin û vir ve aloziyên derketî her diçe mezintir dibe. Ji navîna meha Adarê û vir ve şideta li herêmê zêdetir bûye. ‘êrîşên li dijî’ komên biçek zêde bûne.

UNHCR û hevkarên wê ragihand ku di nava 2 mehan de li devera Djûgû ya herêma Itûrî 3 hezar binpêkirinên mafan ên giran pêk hatine, tesbîd kirine. Di nava rojê de li dijî xwecihiyên herêmê nêzî 50 êrîş pêk tên.

UNHCR destnîşan kir ku di êrîşan de herî kêm 274 kes hatine qetilkirin û got: “Dest hatiye avêtina nêzî 140 jinan, nêzî 8 hezar mal jî hatiye şewitandin.

UNHCR diyar kir ku ji yên neçarin ku cihên xwe biguherin piranî jin û zarok, anî ziman ku yên koçber jî kirine, di nava şertên xirab de dijîn.