Li Kolombiyayê tûra sêyemîn a danûstandinên bi ELN re dest pê kir

Li Kolombiyayê, danûstandinên aştiyê yên navbera hikumetê û tevgera dawî ya gerîla ya aktîf ELN, roja Duşemê ji nû ve dest pê kirin.

Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, "Her du alî xwedî derfet û berpirsyariyê ne ku derbasî qonaxeke dîrokî bibin."

ELN'ê ragihand, di rojeva danûstandinan de peymaneke li ser agirbestê heye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, peymaneke agirbestê wê ji bo başkirina rewşa însanî ya civakên li qadên şer bibe alîkar.

Tevgera gerîla xwest, êrîşên li dijî aktîvîstên civaka sivîl bên sekinandin. Tûra sêyemîn a danûstandinan li Ekdadorê tê birêvebirin. Çav li rê ye ev danûstandin heta hefteya destpêkê ya meha Îlonê bidomin.

Sermuzakerevanê ELN'ê Pablo Beltran ragihand, ew dixwazin bi Papa Francîscûs re rûnên, ku Papa ji bo teşwîqkirina pêvajoya aştiyê tê payin ku serdana Kolombiyayê bike.

Hevdîtinên fermî yên navbera ELN û hikumetê, 7'ê Sibatê dest pê kirin. Danûstandin bi garantoriya Ekvador, Brezîlya, Kuba, Şîlî, Norwêc û Venezûelayê tê kirin.

ELN, ku bi FARC'ê re ji nava raperîna gundiyan a 1964'an derkete holê, tê gotin ku xwedî 1500 şervanan e.