Li Kolombiyayê hezaz: 17 kes mirin, 13 kes winda ne

Li herêmeke bejahî ya başûr-rojavayê Kolombiyayê hezaz qewimî, 17 kes mirin, 13 kes jî winda ne.

Ekîbên alîkariyê yên herêmî, destpêkê eşkere kiribûn ku 19 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê piştî ku danê şevê xebatên lêgerînê hatin sekinandin, Rêxistina Rêvebirina Karesatên Xwezayî ya Navneteweyî UNGRD, bîlanço li ber çav re derbas kir û eşkere kir ku 17 kesan jiyana xwe ji dest daye. 

Rayedarekî UNGRD’ê diyar kir ku hejmara windayan ku berê weke 14 hatibû eşkrekirin jî 13 e. Li gorî daxuyaniyê 5 kes jî birîndar bûne. 

Hezaz, piştî barana zêde ya roja Yekşemê barî, li gundê Rosas ê li eyaleta Caucayê qewimîbû. Di vê hezazê de 8 mal di bin heriyê de mabûn.
Serokkomar Ivan Duque, li ser hesabê xwe yê Twitterê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û çû cihê bûyerê. 

Roja Yekşemê niştecihên bi dehan gundan ji bo hewariya hezazzedeyan çûbûn alîkariya ekîbên alîkariyê. 

Berpirsyarê Ekîbên Alîkariya Herêmî Juan Carlos Ganan, da zanîn ku hezaz ji ber barana zêde ya çend rojên dawî qewimiye. Ganan got, “Ev der herêmeke bejahî ya di bin metirsiyê de ye” û diyar kir demeke dirêj e raporeke ku gundê Rosas bê valakirin heye lê belê gund nehatiye valakirin.