Li Kolombiyayê êrişa bombeyî: 43 kes birîndar bûn
Li eyaleta Cuaca ya Kolombiyayê wesayiteke bombebarkirî li pêşiya Şaredariya Corintoyê teqiya. Di encamê de 43 kes birîndar bûn.
Li eyaleta Cuaca ya Kolombiyayê wesayiteke bombebarkirî li pêşiya Şaredariya Corintoyê teqiya. Di encamê de 43 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hate îdîakirin ku êriş li dijî sivîlan hatiye kirin, şaredarî saziyeke cemaweriyê ye û ev yek "çalakiyeke terorîstî ya bêwate ye."
Li gorî rayedarên şaredariyê, di teqînê de ku roja Înê qewimî 43 kes birîndar bûn, 2 ji wan jinên ducanî û 13 karmend in.
Wezareta Parastinê îdîa kir ku komek ji Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) cuda bûye, ji êrişê berpirsyar e.