Li Kolombiyayê di girtîgehê de 49 girtî hatin kuştin

Li girtîgeheke başûrê rojavayê Kolombiyayê 49 girtiyên ku hate îddîakirin dikira bireviyane, hatine kuştin.

Hate ragihandin dema ku girtiyan xwestine ji girtîgeha Tûlûayê birevin, bi dehan girtî hatine kuştin.

Li gorî rêveberiya girtîgehê heta niha 49 kes mirine. Hate diyarkirin dibe ku bîlanço girantir bibe. Agahî hate dayîn ku bi dehan girtî jî hatine birîndarkirin.

Hate diyarkirin li beşa 180 girtî hebûne, girtiyan hewl dane birevin. Hate diyarkirin girtiyan agir bi nivînên xwe jî xistine.

Li vê girtîgehê 1267 girtî hene û ev jî ji sedî 17’ê kapasîteya girtîgehê zêdetir e.

Di 21’ê Adara 2020’an de jî li girtîgeha La Modelo ya Bogotayê jî girtiyan xwestibûn ji bo şewba Covîd-19’ê tevdîr were stendin û ev rewş protesto kiribûn. Di van protestoyan de 24 girtî hatibûm kuştin û herî kêm 100 girtî jî birîndar bûbûn.