Li Kolombiyayê 16 hezar kes ji cih û warê xwe bûn

Li Kolombiyayê, ji ber şerê navbera du komên gerîla, heta niha bi deh hezaran kes neçar mane cih û warê xwe biterikînin.

Piştî ku Hêza Çekdar a Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) di encama danûstandinên aştiyê de rêxistinbûna xwe qedand, Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) weke hêza herî mezin a gerîla ya li Kolombiyayê mabû. Danûstandinên aştiyê yên navbera ELN û dewletê dewam dikin.

Di navbera ELN û komeke din a gerîla ya bi navê Los Pelûsos de ev demeke şer diqewime. Li gorî daxuyaniya Buroya Neteweyên Yekbûyî ya ji Alîkariya Mirovî Berpirsyar (OCHA), şerê li ser sînorê Venezûelayê diqewime ji ber berjewendiyan e. Li gorî OCHA'yê, di navbera ELN û hêzên aktîf ên koma gerîla ya Maoîst EPL şer diqewime û ji ber vî şerî herî kêm 16 hezar kes neçar mane cih û warê xwe biterikînn.

OCHA'yê îdîa kir ku şerê navbera her du koman ji bo 'kontrolkirina hilberîna kokaînê' ya li herêmê ye.

Îdîayên li ser pêwendiya tevgera gerîla bi bazirganiya kokaînê re îdîayên nû nîne. Lê balkêş e, piştî FARC bi temamî bêçek bû û dawî li rêxistinbûna xwe anî, hilberîna kokaînê par 10 ji sedî zêdetir bû. Tê texmînkirin ku piştî gerîlayên FARC'ê dest ji çekan berdan, derfet ji çeteyên li herêmê re afirîn ku kokaînê hilberînin.