Li Kolombiya ‘xalên qels’ yên pêvajoya aşitiyê

Li Kolombiyayê hevpeymana aşitiyê ku şerê 52 salan ê navxweyî bi dawî kir, di pêvajoya pêkanînê de pêşveçûn hene, hebûna gelek komên çekdar wê di hilbjartinên 2018’an de şerê ji bo xwe ku dibe ‘xalên qels’ yê pêvajoyê didome.

Di hevpeymana aşitiyê de ya ku di Mijdara 2016’an de hatibû îmzekirin, destpêkê gerîlayan li herêmên dibin çavdêriya Netewên Yekbûyî de plana komkirina wan hatibû kirin. Di vê çarçoveyê de nêzî 7 hezar gerîlayên FARC’ê li cihên cûda hatin komkirin, di 27’ê Hezîrana 2017’an de nêzî 7 hezar û 130 çek teslîmî berpirsên NY’yê hatibû kirin.

Di heman demê de 60 jî sedî yê cephaneya di destê FARC’ê de hatibû teslîmkirin, di mehên pêş de jî gelek cih û depoyên ku çek lê dihatin veşartin hatibû dîtin. 8 hezar û 994  çek di bin serokatiya Jean Arnaûlt de teslîmî mîsyona NY a Kolombiya hatibû kirin û di rojên derbas bûyî de li bajarê Fûnza hemû hatibûn îmhakirin.

FARC WÊ BI PARTIYA NÛ RE CIHÊ XWE DI SIYASETÊ DE BIGRE

Yek jî qonaxên herî giring yê  pêvajoya aşitiyê ya Kolombiyayê, edaptasyona gerîlayan ya ji bo jiyana sivîl û siyasî ye. Her çiqas gerîlayan bi çek danînê re bi taybet li cihên bejayî û daristanê jiyan bin jî, bi derbasbûna jiyana saiyasî re bondorbûna FARC’ê di çavê gel de tê payîn ku rêjeyekî zêde tir bibe.

Di dawiya meha Tebaxê de nêzî 200 gerîlayên FARC’ê yên berê li paytext Bogata ji bo navê partiya nû û diyarkirina siyasetê li kongreya avaker de li hev civiyan bû. Di kongreya ku 5 roj domkir de, piştî kongreyê di 31’ê Tebaxê de Hêzê Şoreşger ya Alternatîf a ji bo Gel (FARC) hatibû îlankirin.

Partiya FARC’ê wê tevlî hilbjartinên giştî yên sala bê were kirin bibe û li cihê wê hedefa Partiya FARC tevlî hilbijartinên serkokomariyê jî bibe. Partiya nû FARC ne dev ji kurtkirina navê xwe û  ne jî îfadeya ‘şoreşger’  berdaye. Di kongreya ku hatî kirin de 628 delgeyan parastina navê FARC’ê kir 264 delegeyan jî daxwaz kirîbûn kû navê Nûeva Colombia ( Kolombiyaya Nû) were hilbijartin.

Rodrîgo Londono di 1’ê Îlonê de avakirian partiya nû ragihand û wiha gotibû; “Em bi armanca ku di nava rêyên legal de siyasetê biçin û aştiyane çekan datînin.  Bi were em dixwazin welatekî nû ava bikin.”

MUZAKEREYÊN ELN’Ê DIDOMIN

Ji bo ku pêvajoya aşitiyê li welat bimine, hemû aliyên din yê şerê 52 salan tevlî pêvajoyê bibin. Piştî îmzekirina hevpama aşitiyê ku FARC li welat bi hêza xwe ye çekdarî ya nêzî 7 hezar kesan li welat tevgera herî şoreşger bû û ragihandibû ku bi Artêşa Netewî ya Serketinê (ELN) dest bi muzakereyên bi hikûmeta Kolombiyayê re kirîbû.

GARANTIYA DOMANDINA AŞITIYÊ YA HIKÛMETA NÛ NÎNE

Li Kolombiyayê ji ber avakirina aşitiyê û nakokiyên feydeyan rîska sernekeina hê jî mezine. Serokê Dewletê yê berê Alvaro Ûrîbe ku serokê beşa mûxalîfane  bi awayekî diyar li dijî pêvajoya aşitiyê ye, biserxistina hibijartinên di Gulana 2018’an de gelek mezin e.

DI HILBIJARTINAN DE DENGÊ KU FARC BIGRE WÊ GIRING BE

Di nêrînên ku muzakereyên bi ELN re tê kirin de, di dema ku peymana aşitiya berî Gulana 2018’an de wê pêk were, piştî hilbijartinan jî pekanîna wê gelek zehmet e.

Lê belê di hilbijartinên giştî û serokê dewletê ya sala bê de, rêjeya dengan a partiya FARC’ê wê rewşê diyar bike. FARC di dema ku piştgiriyek mezin a gel girt, mumkun e ku bingehê giştî yê pêvajoya aştiyê were avêtin.