Li Kinşasayê hewldana reva ji girtîgehê: Herî kêm 129 kes hatin kuştin

Wezîrê Karên Hundir ê Komara Demokratîk a Kongoyê, diyar kir ku li ser hewldana revê ya ji girtîgeha herî mezin a welêt a li Kinşasayê di encama gulebaranê de herî kêm 129 kes hatin kuştin. Di heman demê de agahiya destavêtin li jinan hatiye kirin hene.

Li gorî agahiya Wezîrê Karên Hundir, şeva di navbera 1 û 2’yê Îlonê de li girtîgeha Makala hewldana fîrarê çêbûne.

Wezîr Jacqûemain Shabanî li ser platforma X’yê daxuyaniyek da û got, "Niha hejmara miriyan 129 kes in. 24 ji wan piştî hişyarkirinê hatin gulebarankirin. 59 kes jî birîndar bûne.” Wezîr, derbarê bûyera qurbaniyên din û birîndaran a ji bilî 24 kesên ku gotibû gule li wan hatine reşandin de agahî neda. 

Li gorî malpera Jeune Afrique, hin jin rastî destavêtinê hatine. Di daxuyaniya fermî de agahî di vê mijarê de nehat dayîn. Her wiha îdiayên ku jin rastî destavêtina polîs û cendirmeyan hatine jî hene.

Wezîr Shabanî her wiha got, “Di şewatê de avahiyên îdarî, deftera qeydê, revir û depoyên xurekê zirarek mezin dîtine. Hikûmet ji ber aramî pêk hatiye kêfxweş e, ji van bûyerên trajîk xemgîne û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. Lêpirsîn didome û dê raya giştî were agahdarkirin."

Girtîgeha Makala kapasîteya wê 1500 kese, lê gelek qelebalix e. Li gorî îstatîstikên fermî di navbera 14-15 hezar girtî li wir tên ragirtine.

Di sala 2017’an de hin kesên çekdar bi şev êrîşê girtîgehê kiribûn û rê li ber reva 4 hezar girtî vekiribûn.