Li Kendava Omanê êrîş çû ser du keştiyên petrolê

Li Kendava Omanê li peravên Fuceyra ya bi ser Siûd ve, êrîş çû ser du keştiyên petrolê yên Norwêçê. Agir bi keştiyên petrolê ket.

Koma Operasyonên Bazirganiya Deryayê ya Keyaniya Yekbûyî ragihand, 13'ê Hezîranê li deryaya Omanê li dedora peravên Îranê bûyerekê rûdaye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Keyaniya Yekbûyî û hevkarên wê rewşa berdest li rûdanê dipirsin''.

Rojnameya Tradewîndsê ku nûçeya xwe spartiya ser derdorên sinayiyê, got, bi bombeya torpîlê êrîş çûye ser keştiyeke petrolê ya şîrketa Norwêç Frontlîneyê.

Hate gotin piştî teqînê du keştî jî hatine valakirin lê zêdetir agahî nehate parvekirin. Tê gotin ti taloke li ser tîma keştiyê tine.

Hate gotin keştiyên navborî Front Altaîr û Kokua Courgaeous ên bi bandiraya Marshall û Panamayê ne.

Nûçegihan Katîe McQue li ser hesabê Twîtterê got, ''Kukuka Courageous keştiyeke kimyayê ye ku li Jubaylê bar lê tê kirin û diçe Sîngapûrê. Sipedeyê saet 06.00'an bi Front Altaîrê re heman demê hate bomekirin.''

FÎLOYA 5'AN: HAYA ME JÊ HEYE

Fîloya 5'an a Emerîkayê jî diyar kir, du caran hişyarî ji wan re hatiye ku wê li Kendava Omanê êrîş biçe ser keştiyên petrolê. Fîoya 5'an a li baregeha Bayreynê got, ''Haya me jê heye ku li kendava Omanê êrîş çûye ser keştiyên petrolê.''

ÎRAN BI HEWARÊ VE ÇÛ

Her wiha Îranê jî daxuyaniyek da. Îrane got piştî êrîşa ser keştiyan 44 deryabaz bi hewarê ve çûne.

Beriya niha jî li peravên Fuceyrayê keştiyên petrolê bûbûn hedef. 14'ê Gulanê 2 jê yên Siûd, çalakiyeke sabotajê li ser 4 keşktiyan çêbûbû. Siûd û Emerîkayê êrîşa ser keştiyan kiribûn sukra Îranê.