Li Kazakîstanê otobus şewitî: 52 kes mirin
Li Kazakîstanê otobusekê qeza kir û agir pê ket. Di bûyerê de 52 kes mirin.
Li Kazakîstanê otobusekê qeza kir û agir pê ket. Di bûyerê de 52 kes mirin.
Wezareta Karên Hundir a Kazakîstanê ragihand, li bakurê rojava yê welêt otobusekê qeza kiriye û agir pê ketiye. Wezaretê diyar kir ku di bûyerê de 52 kes mirine û 5 kes hatine rizgarkirin.
Li gorî agahiyan, qeza li gorî dema herêmî saet 10:30'î li taxa Irgiz a herêma AKtobeyê rû da.
Medya herêmî ragihand ku di otobusê de Ozbekên ji Rûsyayê hebûn.