Li Kazakistanê balafirek kete xwarê, herî kêm 14 kes mirin

Li Kazakistanê balafireke rêwiyan ku 100 kes tê de bûn demeke kurt piştî ku bi hewa ket kete xwarê. Di bûyerê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Almati, di bûyerê de 17 kes bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku 14 kes jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Qeza li nêzî herêma Kzyl-tû ya li bakurê rojhilat ê balafirgeha Almatiyê qewimî.

Alîkarê midûrê polîsan ê navçeya Talgar a Almatiyê Marat Kûçtîbayev got, "Yên sax mane hemû li saziyên tenduristiyê ne."

Balafirgehê di malpera xwe ya Facebookê de navê 60 kesên sax man weşand.

Serokkomar Comert Tokayev anî ziman ku berpirsyarên bûyerê wê di çarçoveya qanûnan de bên cezakirin.

Hikumeta Kazakistanê ragihand ku balafira şîrketa Bek Aîrê li dîwarê beton ketiye û diyar kir, "Li avahiyeke ji du qatan ket."

Bek Aîr xwe weke şîrketa ku bilêtên xwe herî erzan ên Kazakistanê pênase dike. Ev şîrket xwedî heft balafirên bi tîpa Fokker-10 in. Hikumeta Kazakistanê heta bidawîbûna lêpirsînê karê şîrketa Bek Aîrê bi temamî rawestand.