Li Katalonyayê roja girîng a biryardanê

Aloziya navbera Katalonya û hikumeta navendî ya Spanyayê, ku piştî referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê hate kirin rû da, ber bi dawiyê ve diçe.

Li gel hemû astengî, desteserkirina pisûlayên dengan û sindoqan jî, li Katalonyayê referandûma serxwebûnê bi beşdariya 43 ji sedî yê dengdêran pêk hatibû. Di referandûmê de, ji 5.3 mîlyon dengdêrî herî kêm mîlyonek hatibûn astengkirin ku dengê xwe bidin. Di encama dengdanê de 70 ji sedî dengê 'erê' ji bo serxwebûnê derketibû.

SPANYA BI BETALKIRINA HIKUMET Û PARLAMENTA HERÊMÎ GEFÊ DIXWE

Lê belê hikumeta Spanyayê referandûmê nas nake û xala 155'an a Destûra Bingehîn dixe dewrê. Di referandûmê de roja esasî îro ye. Xala 155'an wê îro li komîsyona Senatoya Spanyayê bê nirxandin û eger sibe di dengdanê de bê erêkirin, wê bikeve meriyetê. Bi bicihhatina vê xalê re wê girtina ji wezîfeyê ya Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont û hikumeta Katalonyayê, her wiha betalkirina parlamenta herêmî bikeve rojevê. Her wiha erdkên gelek wezaretî û saziyên girîng wê yekser radestî hikumeta navendî bê kirin.

PÛÎGDEMONT WÊ ÎRO BIRYARÊ BIDE

Carles Pûîgdemont, tevî van hemû zext û zordariya Spanyayê jî deriyê diyalogê vekirî hişt û bicihanîna encamên referandûmê ji bo 2 mehan taloq kiribû.

Pûîgdemont wê îro saet di 16:00 de li Parlamenta Katalan biaxive. Li ber destê Pûîgdemont alternatîfên ragihandina serxwebûnê ya jî taloqkirina dema bicihanîna encama referandûmê hene.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy jî li ser Pûîgdemont ferz dike, ku ji bo bicihneanîna xala 155'an, divê Pûîgdemont eşkere bike ku dest ji serxwebûnê berdane. Rajoy îdîa dike, ku ev dibetiya dikare li Katalonyayê rê li ber nerazîbûneke mezin veke, 'yekane rêya derketina ji vê rewşê ye'.

Di navbera tifaqa partiyên Junts pel Sî yên alîgirê serxwebûnê û pêkhateyên CUP ên di nava hikumeta Katalan de cih digirin, nêrînên cuda hene. Beşek dixwaze biryare serxwebûnê çi dibe bila bibe bicih were anîn, beşa din jî dixwaze desteserkirina saziyên Katalan ji aliyê Spanyayê ve bisekinîne.