Li Katalonyayê 9 kes hatin destgîrkirin
Polîsê Spanyayê li herêma xweser a Katalonyayê bi ser malan de girt û bi îdîaya di nava amadekariyên “çalakiya tundiyê de ne” 9 kes destgîr kirin.
Polîsê Spanyayê li herêma xweser a Katalonyayê bi ser malan de girt û bi îdîaya di nava amadekariyên “çalakiya tundiyê de ne” 9 kes destgîr kirin.
Di serdegirtinan de endamên Komîteyên Parastina Komarê yên ji meclîsên xwecihî yên bicçûk û parastina xweseriya Katalonyayê dikin hatin hedef kirin.
Polîsan li 9 navnîşanên herêma Barselonayê lêgerîn kir, 9 kes bi îdîaya di nava amadekariyên “çalakiya tundiyê de ne” destgîr kir.
Hate ragihandin ku di serdegirtina polîsan de computer, materyal û madeyên ku di hilberîna teqemenî de tên bikaranîn hatine desteserkirin.