Li Kanadayê şewatên daristanan

Li bakurê rojhilatê Kanadayê ji ber şewata daristanan ku tê texmînkirin ji kontrolê derketiye, bêhtirî 9 hezar kes hatin tehliyekirin.

Şêniyên bajarê Labrador Cîty û Wabush ên eyaleta Newfoundland û Labrador ji ber belavbûna şewata daristanan ji malan hatin derxistin.

Şêniyê bajarê Labradorê Stacy Hunt ji CBC'yê re axivî û got, "Dema ku min dûyê agir dît, ez matmayî bûm. Bi tenê cihek heye ku em dikarin biçin. Zêde tercîha me nîne.”

Berdevkê agirkujiyê yê eyaletê Jeff Motty got, "Şewateke gelek mezin û awarte heye. Ji ber ku şewat gelek mezin e ne pêkan e ku bi balafiran jî mûdaxele bê kirin.”

LI 575 CIH AGIR DEWAM DIKE

Li Kanadayê niha 575 şewatên aktîf hene û tê texmînkirin ku ji 400 zêdetir ji kontrolê derketine. Di rojên dawî de bi taybetî li rojavayê welêt ku pêleke germê lê heye, gelek şewat derketin.

Li gorî hejmarên fermî, li Kanadayê heta niha 1,5 mîlyon hektar qad şewitiye.

Par welat havîneke mîna qiyemetê jiyabû û demsala şewatê ya herî xirab a dîroka xwe tomar kiribû. Bi 15 mîlyon hektarî qad şewitîn û 6 hezar û 400 agir pê ket. Beriya wê di vê astê de şewat pêk nehatibûn. Her wiha bêhtirî 200 hezar kes jî hatibûn tehliyekirin.

Li gorî pisporan, ji ber guhertina avhewayê şert û mercên ziwatir û germtir ên li gelek deverên welêt rû didin, rîska şewata mezin a salên dawî zêde kirine.